maandag, oktober 23, 2006

Yaşar Buykanit di çiriya pêşî de diçe Yûnanistanê

KK-Nûçe
DIYARBEKIR, 17/10 2006 — Serokerkanê tirkan Yaşar Buyukanit di çiriya pêşî (11-2006) de diçe Yûnanistanê. Li gor agahiyên medyaya tirkan, serokerkanê yûnaniyan Panagiotis Hinofotisî ew vexwendiye û armanca ziyaretê xurtkirina pêwendiyên di navbera eskerê herdu dewletan de ye. Serokerkanê yûnaniyan di 26-28-ê temûza 2006-ê de, piştî 32 salan, çû bû Tirkiyeyê û tirkan û yûnaniyan hingê qerar dabûn ko tetbîqatekê di çiriya pêşî ya 2006-ê de li deryaya Ege bikin.
Herçenda tirk dibêjin serokerkanê yûnanî serokerkanê tirk vexwendiye jî, lê têt zanîn ko tirkan berê serokerkanê yûnanî vexwendibûn Tirkiyeyê û piştî 32 salan cara ewil bû ko serokerkanek yûnanî diçû Tirkiyeyê. Bi gotineka dî ziyareta Buyukanitî dewama ziyareta serokerkanê yûnanî ye û ziyaretên di navbera herdu dewletan de ne bi însiyatîfa yûnaniyan lê bi ya tirkan dest pê kir.
Niqteya herî giring di hevdtinên tirk û yûnaniyan de ew bû ko dê eskerê herdu dewletan di çiriya pêşî de li ser behra Egeyê tetbîqateka eskerî bikin.
Tirk di vê sala dawî de kar dikin pêwendiyên bi yûnaniyan re nerm bikin. Heger armanca tirkan ne ew be ko bi yûnaniyan re li hev bikin jî dixazin yûnanî li himber wan ji aliyê eskerî ve bêteref bimînin. Herçenda di şertên nomrmal de tirk hesabek mezin bo yûnaniyan nekin jî, lê heger tirkan niyeta tişteka dî hebe pêwist dibînin hidûdên rojavayê Tirkiyeyê saxlem bikin da bikarin li cihek dî tevgerê bikin.


Kürdistan sorunu, ulusal bir sorundur. Toprak sorunudur. Bagimsizlik sorunudur. „Kürt sorunu“ savunucularinin karsi ciktigi meselede budur. Onlar, Türk egemenlik sisteminin „Devletin ülkesi ve milletiyle b?lünmez bütünlügünün“ resmi yaklasimin savunuculari olduklarindan, Kürdistan sorununu, toprak, bagimsizlik sorunu olmaktan cikarip bireysel haklar düzeyine indirgeyerek, bununda merkezi devlet düzeninde boy verecek demokrasi ile saglanacagi yaklasimlariyla Türk egemenlik sisteminin degirmenine ha bire „kardeslik“, „dostluk“ adina su tasimaktadirlar.